Georgian
Russian
Kurmanji
English

Derheqa Gurcistanêda

2017-12-02

Fireya erdî: 69,700 km
Rûniştvan: 4,4 mîlîyon
Paytext: Tbîlîsî (nifûs 1,1 mîlîyon meriv)
Bajarên mezin: Kûtaîsî, Batûmî, Rûstavî, Zûgdîdî, Gorî, Potî, Sûxûmî [2], Tsxînvlî [3]
Perê dewletê (dirav): larîyê gurcî (GEL)
Zimanên resmî gurcî, herwisa jî li Abxaziyê zimanê abxazî

Gurcistan welatekî pirmilet e. Di 1-ê meha kanûna duda ya sala 2002 seranserê runiştvanan 4 371 535 merive, ji wan 16,2% - kêmnetewe ne (etnosên kêmjimar).

Dema hilweşandina Yekîtiya Sovêtê, Gurcistan welatê herî pirmilet bû li Kavkasya, li ku jî gurc tenê 69% ji tevaya rûniştvanan. Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovêtê di nav gurcan da natsîonalîzma dijwar xwe xuya kir û kêmnetewe wek “mêvanê li ser erdê gurcan” dihatin dîtin. Ev bû sebebê nakokiyan navbera gurcan û kêmnetewan.

Dema Gurcistan bû dewleteke serbixwe hejmara rûniştvanên wê kêm dibe, û ji sala 1989 heta sala 2002 hejmara rûniştvanan bi 1 mîlîon merivan kêm dibe. Hejmara merivên ji kêmneteweyan kêm bû, lê belê, ji bo hinek miletan ev kêmbûn pir dramatîk bû (bi taybetî, ji bo kêmanîyên slavî, cihû, yûnan, asûrî û êzdî).

Cure-cure grûpên êtnîkî li tevaya welatê Gurcistanê hene. Wisa jî hene ciyê niştecîbûna kompakt ya azerîya, ermeniya, osêtiya, asûriya, yûnaniya û ûrisa.

Kêmbûna bikaranîna zimanê rûsî di jiyana civakî da ji bo kêmaniyan dibe astengîke mezin, çimkî ew zimanê dewletê nizanin, û ew ji bo nifşa ciwan pir aktûal e. Qanûnên netewî bi zimanê gurcî têne weşandin, çi jî dibe astengî ji bo femkirina qanûnan û dereca xwendeweriya wan di warê hiqûqî da kêm dike.

Nenihêrî wê, ku azadiya dînbawriyê di Destûra Gurcistanê da ciyê xwe girtîye, ne creke ku kêmanîyên dînî dibin armanca êrîşan û çawa lazime ji aliyê hukumetê nayêne parastin. Li gorî Destûrê dewlet û kenîse ji hev cuda ne, lê belê prîvîlêgiyê Kenîsa ortodoks ya gurcan hene wek nedana bacê ji bo dewletê û hwd. Li Gurcistanê heta niha qanûna qeyd kirina rêxistinên dînî tuneye.

Gurcistanê Peymana derheqa mafên Bajarvanî û Polîtîkî ya Navnetewî qol kirîye û konvêntsiona Çarçeweyî ya Şêwra Ewropayê ya parastina kêmneteweyan ratîfîkatsîon kiriye (pejirandîye). Heta vê gavê tiştek nehatiye kirin ji bo pejirandina Xartiya Ewropayê derheqa zimanên herêmî û zimanên kêmneteweyan.

Destûra Gurcistanê garantorê wekhevyê ye li ber qanûnê nenihêrî “rasayê, rengê çermî, zimanî, regezî (cinsî), dînî, fikra sîyasî û yên din, netewî, etnîkî (nijadî), rewşa sosiyalî, rewşa aborî, çînî û ciyê mayînê”, di benda 14. Benda 38 derheqa kêmneweyan e. Para vê bendê ya yekê dibêje, ku hemû bajarvan “wekhevin di warê sotsiyalî, êkonomî, kûltûrî û jiyana polîtîkî û ne girêdayîye bi netewê, nijad, dînî û zimanê wan va”, û anegorî normên mafê navnetewî, hemû bajarvan “heqê wan heye azad pêşva bibin kultura xwe, bêyî dçskrîmînatsîyonê û bêy ku kesek tevî karê wan be” . Lê dîsa jî, qanûneke taybet derheqa statûsa kêmaniyan heta niha tuneye.

Di sala 2008 bi Biriyara Prêzîdênt Konsêpta neteweyî û plana întêgretsîyona bajarvanî û tolêrantiyê hate damezirandin.

Pela berî vê 

E'yd û çalakî

Sala 2024

    Nîsan    

Duş

Sêş

Çarş

Pêncş

Înî

Şem

Yekş

1

2

3

4

5

6

7

8

9

10

11

12

13

14

15

16

17

18

19

20

21

22

23

24

25

26

27

28

29

30

26 Nîsan 2024

Recent news

 -