Georgian
Russian
Kurmanji
English

Derheqa civakêda

2017-12-02

Êzdî – miletekî êtnorêlîgîone û tê vê me’nê ku milet û dîn bal êzdiyan bûye yek. Hejmara wan li seranserê dinyayê bi hesabê ku hewcê piştrastkirinê ne digihêje 1 mîlyon merivan. Ew bi bingehîn li welatê xwe niştecîne – Êzîdxana Îraqê (qeza Şêxan, dorûberê Duhokê, Elqûşê, û çiyayê Şengalê), herwisa li Sûriya jî hene (mihefeza Hesekê, Qamişlo, Efrînê), li Tirkiyê kêm mane (dora Sêrtê, Mêrdînê, Nisêbînê, Wêranşehrê) û derketine li Almaniya. Yek ji civakên êzdiyaye mezin li Yekîtiya Sovêtê da hebû (Ermenistan û Gurcistanê), piştî hilweşandina kîjanî jî piraniya êzdiyan bar kir û çû li Rûsiya û Ûkraynê. Wisa jî civakên êzdiyaye mezin hene li dewletên Ewropa Rojava.

Zimanê êzdiyaye zikmakî êzdîkîye (kurmancî ye), bi kîjanî jî berhêmên dînê êzdiyan hatine afirandin. Ev berhem – qewl û beyt in, ku dewlemendiya ziman û dînê êzdiyan didin kifşê û çavkaniya here giringin bona êzdiyan. Nenihêrî wê yekê, ku êzdî û pareke kurdan bi kurmancî diaxivin, bi dewamiya sedê salan hestê êzdiyan yê taybet û cuda hatiye teşkîlkirin. Ewan stêrêotîpa rabûn û rûniştandinê ya taybet û cuda afirandiye, bûne civakeke girtî ku ser esasê kastên dînî avabûye. 

Êzdî bawermendên dînekî taybet in ku di nav zaniyaran da wek êzdîtî, êzdiyatî, êzîdîzm tê nas kirin. Koka vî dînî dighîje baweriyên kevnar yên Rojhilata Navîn, yên ku tevî fikrên derwêşiyê bûne û sedsala 12 da bi temamî hate teşkîl kirin. Anegorî têkstên êzdiyan, Xwedê bi rengê Şîxadî (Şêx Adî bin Misefir) xwe ji wan ra dahir kiriye.

Hêjayî gotinêye, ku êzdî bi çavekî rêzgirtinê dînê din dinêrin û qedrê pêxemberên wan jî digirin. Gerekî bê gotinê, ku êzdî tenê ji dê û bav dibe êzdî, kes nikare dînê êzdiyan hilde.

Derheqa dînê êzdiyan hûn zêde dikarin li ser malpera me di beşa “Çand, dîrok, dîn” bixûnin.

Pela berî vê 

E'yd û çalakî

Sala 2024

    Adar    

Duş

Sêş

Çarş

Pêncş

Înî

Şem

Yekş

1

2

3

4

5

6

7

8

9

10

11

12

13

14

15

16

17

18

19

20

21

22

23

24

25

26

27

28

29

30

31

19 Adar 2024

Recent news

 -